Pêşdîrok heyama dîroka mirovahiyê ye ku bi derketina amûrên kevirî yên yekem nêzîkî 3,3 milyon sal berê dest pê dike û bi îcada sîstemên nivîsînê re bi dawî dibe. Bikaranîna sembol, nîşan û wêneyan di nav mirovan de pir zû xuya kiriye, lê sîstemên nivîsînê yên herî kevn tenê 5000 sal berê derketiye holê û ji bo ku pergala nivîsandinê bi berfirehî were pejirandin bi hezar salan berdewam kiriye. Sîstemên nivîsînê di hinek kulturên mirovan de heta sedsala nozdehan û di hinek kulturên din de heta van salên dawî nehatine pejirandin. Ji ber vê yekê li gorî roja îcadkirina nivîsînê dawiya vê serdemê di herêmekê de ji ya herêmeke din dibe cuda be. Wek nimûne bi gelemperî tê qebûlkirin ku pêşdîrok li Misirê di dora 3100 b.z. de bi dawî bûye, lê dawiya serdema pêşdîrokê de li dor sala 1900an p.z. de, li Gîneya Nû gelek nû derketiye holê. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1921 – Komeleya xwendekarên kurd "Hêvî" li Stembolê hat avakirin.
1953 – Şerê Koreyê ku tê de zêdetirê du milyon kesan mirin bi dawî bû. Peymana agirbestê li Panmunconê hate îmzekirin. Syngman Rhee, serokê Koreya Başûr, red dikir ku were îmzekirin lê di heman demê de soz da ku wê riayeta agirbestê bike.
1964 – Şerê Viyetnamê: Amerîka ji pênc hezarê zêdetir şêwirmendên xwe yên leşkerî şand Viyetnama Başûr. Hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Viyetnamê bi tevahî gihîşt 21,000 e.