Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye ku ji bo tenduristiya gelemperî ya navneteweyî xebatan dimeşîne. Armanca sereke ya Destûra bingehîn a WHO ev e ku "hemî gelên cîhanê bigihîjin asta herî bilind a tenduristiyê". Navenda saziyê li bajarê Cenevre ya Swîsreyê ye, şeş ofîsên herêmî û 150 ofîsên qadan li çaraliyê cîhanê hene. Destûra bingehîn a RTCê ji aliyê 61 welatî ve di 7ê nîsana1946an de hatiye pejirandin. Her sal di 7ê nîsanê de roja tenduristiyê ya dinyayê tê pîrozkirin. Civîna yekem a Meclîsa Tenduristiyê ya Cîhanê (WHA), ku saziya rêveberiyê ya ajansê ye, di 24ê tîrmeha sala 1946an de de pêk hat. Karmend û peywirên Rêxistina Tenduristiyê ya Yekîtiya Neteweyan û Ofîsa Navneteweyî ya Tenduristiyê ya Publique, tevî Tesnîfkirina Nexweşiyên Navneteweyî (ICD) bi temamî ji aliyê WHOyê hatiye yekkirin. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1989 – Li Îranê hilbijartina serokatiyê Elî Ekber Haşimî Refsencanî kar kir.
1999 – Cara yekemîn bû ku serokek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gava ku li ser karê xwe bû cezayek hilda. Serok Bill Clinton ji sûca îfadeya derew danê ji 90.000 dolar cezayê re hate mehkûmkirin.
2005 – Astronom dan zanîn ku ewana gerstêrkek biçûk keşf kirine û jê re navê Erîsê dane.